Li Iraqê xwendekar daketin qadan

Ji paytexta Iraq Bexdayê heta Basrayê li gelek bajaran bi hezaran xwendekar tevlî tevgera protestoykirinê bûn.

Tevî gefa 'pêkanîna giran' a rayedaran jî xwendekarên Iraqî daketin qadan û xwepêşandan kirin.

Xwendekaran li bajarên Iraqê Bexda, Basra û Nasiriyeyê bi dirûşma 'heta ku rejîm têk biçe em ê neçin dibistanê' daketin qadan û ders boykot kirin.

Wezîrê Perwerdeyê Kûseyî El Sûheyl bang li zanîngehan kir ku xwe ji çalakiyên protestoyî vegirin.

Xwendekarên li meydana Tahrîr a Bexdayê jî bi dirûşma 'welat nebe dibistan jî nîne' bersiv dan El Sûheyl.

Li bajarê Diwaniye yê ku bi 200 kîlometreyî dûrî Bexdayê ye, xwendekarên saziyên taybet û cemaweriyê gotin, ku ji bo têkbirina rejîmê wê du rojan çalakiya rûniştinê bikin.

Li bajarê Nasiriyeyê jî bi hezaran xwendekar meşiyan.

Li bajarê Kûtê karmend û xwendekar bi hev re meşiyan.

Li bajarê petrolê Basrayê bi hezaran xwendekar daketin qadan.