Li Iraqê bîlançoya çalakiyan giran dibe

Li Iraqê di 25’ê Cotmehê de xwepêşandan û çalakî dîsa hatibûn destpêkirin. Hejmara mirî û birîndaran jî zêde dibe.

Li Bexdayê ya ku paytexta Iraqê ye û li herêmên başûr û navîn ên ku Şîîyên Ereb lê dijîn, ji ber ku hikumet hesap ji nelirêtiyan napirse, çareserî ji cotkaran re nayê dîtin û kêşeya bêkariyê çareser nabe, di 1’ê Cotmehê de xwepêşandan hatibûn destpêkirin.

Sê roj in çalakî dîsa zêde bûn. Ji ber ku polîs û hêzên ewlehiyê yên Iraqê bi çekan li xwepêşanderan didin gelek kes mirin û bi hezaran kes jî birîndar bûn.

Komîsyona Bilind a Mafên Mirovan a Iraqê diyar kir ku di sê rojên dawîn de di protesto û şeran de 74 kes mirine û 3654 kes jî birîndar bûne. Hate diyarkirin ku 90 avahiyên hikumet û partiyê jî hatine şewitandin.

Di van xwepêşandanan de 158 kes hatine destgîrkirin, 123 kes serbest hatine berdan û 35 kes hê jî destgîrkirî ne.

Serokê Şîî Mukteda El Sadr ê ku piştgiriyê dide çalakgeran bang li hêzên ewlehiyê yên Iraqê kir ku ‘Bi çekan êrîşî gel nekin’ Sadr got ku “Hûn hêza parastina Iraqê ne. Divê hûn bi çekan li gel nedin.”

Koma çekdar a bi navê Saraya Selam a girêdayî Mukteda El Sadr jî diyar kir ku “Ji bo parastina Iraq, gelê Iraqê û xwepêşandanan em li benda fermana Sadr in.”

4 PARLEMENTERAN ÎSTÎFA KIRIN

Endamên Partiya Komunîst a Iraqê û parlementerên Koalîsyona Saîrîunê Raîd Fehmî û Hayfa el-Emîn bi sedema ku hikumet daxwazên xwepêşanderan bi cih nayne, ji peywirên xwe îstîfa kirin.

Parlementerê Basrayê Muzahim Temîmî û parlementerê koalîsyona Nasir Taha Dîfaî jî diyar kirin ku wan jî bi heman hincetê îstîfa kirine.