Artêşa Iraqê: Hinek jê serçete 45 DAIŞ’î hatin kuştin

Artêşa Iraqê ragihand ku di êrîşeke hewayî ya li welatê cîran Sûriyeyê lidar xistî de, serçete jî di nav de 45 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê Fermandariya Hevpar a Operasyona Leşkerî ve ku li Bexda hate dayîn, operasyon roja Înê li ser fermana Serokwezîr Hayder El Ebadî ve bi balafirên F-16’an pêk hatiye.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Li ser lêdana bi îsabet, balafirên F-16 li herêma Hajin a Sûriyeyê li dijî civîneke ya şefên DAIŞ’ê operasyon pêk hatiye. Di operasyonê de serçete jî di nav de 25 terorîst hatine kuştin.”

Li gorî heman daxuyaniyê çeteyên DAIŞ’ê li 3 avahiyên ku bi tunelan hevdu dida girêdan ve bicih bibûn. Hate ragihandin ku tevahiya avahiyan hatiye rûxandin.

Di nava çeteyên hatine kuştin de, Ji ‘Wezîrê şer’ ê DAIŞ’ê bigire heta berpirsê asta jor alîkarê ‘Wezîr’, ‘Berpirsê leşkerî yê El Cezîre’ ku ji bo herêma çol a Iraq û Sûriyeyê dihate bikaraîn, namevanê Şefê DAIŞ’ê Ebû Bekir El Bexdadî û çeteyê ‘Şefê polîsan’ jî cih digire.

Artêşa Iraqê ji meha Nîsanê û vir ve li herêmên sînorê Sûriyeyê êrîşên hewayî pêk tînin.