Artêşa Iraqê: Hêzên li Sûriyeyê li wan hatiye xistin ne girêdayî me ne

Fermandariya Artêşa Iraqê ragihand ku li nêzî bajarê El-Bokemal yê Sûriyeyê di êrîşa hewayî de hêzên ku bûne hedef, têkiliya wan bi artêşa Iraqê re nîne.

Şeva Yekşemê li herêma El Harî ya nêzî sînorê Iraqê li dijî çeperên hêzên ku bi rejîma Şamê re tevger dikin êrîşeke hewayî pêk hat. Ajansa nûçeyan a fermî Sana ji vê êrîşê koalîsyona navnetewî ya bi pêşengtiya DYA berpirs dîtibû. Lê belê koalîsyonê û Pentagonê diyar kirin ku ev derew e. Ti hêzan ev êrîş li xwe negirt lê rayedarekî DYA’yê ji AFO’ê re axivî û got ku dibe êrîş ji aliyê hêzên Îsraîlê ve pêk hatibe. Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê gelek leşkerên biyanî jî di nav de zêdetir 50 leşker mirin.

Diyar bû di êrîşê de 22 milîsên Haşdî Şabî yên Iraqê ku Îran piştgiriya wan dikin di êrîşê de mirine. Fermandariya Operasyona Hevpar a Iraqê têkildarî êrîşê daxuyanî da û ragihand ku artêşa Iraqê ji bo rakirina talukeya di navbera sînorê Iraq û Sûriyeyê de li xaka Sûriyeyê li dijî DAIŞ’ê şer dike.

Di daxuyaniyê de êrîşa hewayî hat şermezarkirin û hat gotin: “Em bombebarankirina hêzên ku li Suriye, Iraqê û her devereke din şerê DAIŞ’ê dikin, şermezar dikin. Navê wan çi dibe bila bibe hedefkirina şervanên ku şerê DAIŞ’ê dikin, tê wateya ku careke din rê dide DAIŞ’ê hêza xwe komî ser hev bike.”

Di daxuyaniyê de daxwaz ji hemû dewletên cîhanê hat kirin di mijara şerê komên radîkal de hevkariyê bikin û wiha hat domandin: “Domandina hevkariya hêzên koalîsyona navdewletî û hêzên herêmî ku li dijî komên terorîst şer dikin, gelekî girîng e.”

Artêşa Iraqê vêya weke berpirsyariyekê dibîne û ragihand ku di bombebarana li Sûriyeyê de hêzên ku bûne hedef ti têkiliya wan bi artêşa Iraqê re nîne. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên navborî di nava sîstema parastinê ya Iraqê de cih nagirin.

Wezareta Karê Derve ya Iraqê jî êrîş şermezar kir û ragihand ku di êrîşê de hêzên li dijî DAIŞ’ê şer dikin hedef hatine girtin. Wezaretê wiha got; “Navê wan çi dibe bila bibe şervanên ku li dijî DAIŞ’ê şer dikin heke bibin hedef, dibe sedem ku DAIŞ ji nû ve hêza xwe kom bike”.