Artêşa Îsraîlê li Xazeyê li 30 navendan da

Artêşa Îsraîlê, avêtina moşkekan kire hincet û ji Şerîda Xazeyê li 30 navendan da.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hate kirin, diyar kir ku li beramberî moşkên ji Xazeyê hatin avêtin, ji 30’î zêde li navendên leşkerî dane.

Hate ragihandin li nava cihên lê hatiye dayîn, tuneleke ya Hamasê jî heye. Her wiha artêa Îsraîlê li derdorî bajarokê Nîr Amê jî qadeke leşkerî vekir.

Li gorî çapemeniya Îsraîlê jî, Konseya Herêma Eshkolê di saetên şevê de hişyarî dabû gelê herêmê ku wê hêzên parastina Îsraîlê li herêmê zêde bibin.

Serokwezîr Benyamîn Netanyahû y ê di saetên sibê de daxuyaniyek da, diyar kir ku wê li dijî moşkekên tên avêtin wê bersivên pêwîst bidin.