Artêşa Îngilîz dest li zanîngehekê werda

Polîs û artêşa Îngilîz, li bajarê Trafford ê li bakurê welêt dest li zanîngehekê werdan.

Li gorî daxuyaniya polîsê Manchesterê, li ser îxbarekê, polîs û leşkerên Îngilîz li Traffordê dest li zanîngehekê werdane. Pisporên ku bombeyan îmha dikin jî çûn cihê bûyerê.

TEVDÎRÊN AWARTE YÊN EWLEKARIYÊ

Piştî êrîşa roja Duşemê ya li saloneke konserê ya li Manchesterê, alarma ewlekariyê ya awarte hatibû dayin. Di êrîşa xwekujî de 22 kesan jiyana xwe ji dest da bûn, zêdeyî 60 kes jî birîndar bû bûn.

Bi qasî hezar leşker ji bo parastina Qesra Qraliyetê, Downîng Street û Parlamentê hatin wezîfedarkirin. Ev herêm li çûn û hatine gel, hate girtin. Tevî vê yekê, bi qasî 3 hezar leşker di rewşa amadeyî de ne, ku di her kêliyê de dikarin destwerdanê bikin. Ev leşker wê di bin fermandariya polîsan de tevbigerin.

BI TENA SERÊ XWE NEBÛ

Serokwezîr Theresa May diyar kir, êrîşkar Salman Ramadan Abedî ye, ku li Qraliyeta Yekbûyî ji dayik bû. Wezîra Karên Hundir Amber Rûdd jî anî ziman, êrîşkar ji aliyê servîsên ewlekariyê ve dihate naskirin û pêkane, bi tena serê xwe tevnegeriya ye.

Şefê polîsên Manchesterê Ian Hopkîns jî diyar kir, di lêpirsînê de lazim e tevna li dora êrîşkarê bombeyî bê ronîkirin. Hopkîns destnîşan kir, ku ev êrîş li gorî yên beriya xwe hîn pêşketî bû.

9 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Piştî êrîşê li Qraliyeta Yekbûyî 7, li Lîbyayê 2 kes hatin binçavkirin. Di nava van de bav û birayê êrîşkar jî heye.