ANC banga îstîfayê li Serokkomarê Başûrê Efrîkayê kir

Li Başûrê Efrîka partiya li ser desthilatdariyê Kongreya Netewî ya Efrîka (ANC) bang li Serokkomar Jacob Zuma kir ku dev ji desthilatdariyê berde.

Sekreterê giştî yê ANC’ê Ace Magashule da xuyakirin ku Komîteya Rêveberiya Netewî ya ANC bang li Zuma dike ku îstîfa bike.

Serokkomariya Jacob Zuma di 2019’an de bi dawî dibe, lê derbarê wî de gelek skandalên bertîle hene û ev jî ji bo prestîja ANC ne baş e.

Heke Jacob Zuma îstîfa bike wê alîkarê wî Cryril Ramaphosa derbasî cihê wî bibe.

Partiya lîderê Başûrê Efrîka ANC ev qederek e weke partiya birîndar tê nirxandin. Sedema wê jî ji polîtîkayên Jacob Zuman digre. Ji ber ku ANC li hember wê bêdeng dima, nerazîbûnên li hember ANC mezin dibûn. Navê Jacob Zuma him di gelek skandalên bertîlan de him ji bi bazirganiya îmtiyaza dewletê tê tewanbarkirin.