Anarşîstên Yewnan êrîşa li dijî wesayîtên Sefaretxaneya Îtalyayê li xwe girtin

Anarşîstên li Yewnanistanê êrîşên li dijî du wesayîtên Sefaretxaneya Îtalyayê li xwe girtin.

Li Atînayê di 2’ê Kanûnê de bi teqemeniyên bi destan hatibû amadekirin li dijî wesayîta şêwirmendê yekemîn ê sefaretxaneyê êrîş hatibû kirin. Di êrîşê de wesayîtek îmha bûbû. Teqemeniya din jî danîbûn nêzî wesayîta duyemîn lê ev teqemenî neteqiyabû.

Anarşîstên bi navê ‘Koma Tolhildana Carlo Gîûlîanî’ ev êrîş li xwe girtin. Carlo Gîûlîanî di sala 2001’an de li bajarê Cenovayê ya Îtalyayê di dema civîna G8’ê ya de hatibû kuştin.

Koma anarşîst diyar kir ji bo protestokirina girtina anarşîstekî li Îtalyayê ev êrîş kirine.

Anarşîstê Îtalyan Alfredo Cospîto ji meha Cotmehê û vir ve li girtîgehê di greva birçîbûnê de ye.