Ambargoya li ser Venezûlayê rê li ber encamên giran vedike

Ambargoya DYA'yê ya li ser Venezûelayê giran dibe. Ji sala 2017'an û vir ve 550 hezar welatiyên Venezûealyê xwe li Perûyê girtin.

Piştî ku derfet hate dayin bi rengekî bê pasaport mirov karibin derbasî Perûyê bibin, pêla koçberiyê zêde bû. Rayedaran dawiya meha Cotmehê ev îmkan ji holê rakirin.

Midûra meqama koçberiyê ya Perûyê Roxana del Agûîla ji radyoya RPP re axivî. Agûîla bal kişand ser destûra mayinê ya demkî û got, "550 hezar welatiyên Venezûelayê karîbûn ji vê derfetê sûdê werbigirin."

Destûra mafê mayinê yê demkî ku bi navê PTP tê binavkirin, derfet da bi sed hezaran Venezûelayiyan ku ji welatê xwe yê di nava krîza aboriyê de ye birevin.

Hikumeta Perûyê destûr dabû ku heta 31'ê Cotmehê mirov bê pasaport xwe li welatê wan bigire. Mirovên ji vê demê û pê ve bên Venezûelayê wê li ser sînor pasaport ji wan bê xwestin.

Rojên dawî, hejmara mirovên ji deriyê sînor ê li bakur Tûmbesê derbasî nava Perû bûn, zêde bû. Hate eşkerekirin ku tenê roja 31'ê Cotmehê 6.708 kes ketine nava Perûyê. Ji bo salekê dema mayinê ji Venezûelayiyan re hate dayin. Bi vê belgeyê wê karibin ji mafên tenduristî û perwerdeyê sûdê werbigirin. Li gorî saziya koçberiyê, ji 125 hezar Venezûelayiyan re mafê mayinê yê demkî hatiye dayin.

ROJÊ 5 HEZAR KES DIREVIN

Neteweyên Yekbûyî vê koça ji Venezûelayê weke koça herî girseyî ya dîroka nêz a Latîn Amerîkayê bi nav dike.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji sala 2015'an û vir ve ji ber krîza aborî û siyasî 1.9 milyon mirovî Venezûela terikandine. Her roj bi qasî 5 hezar kes ji Venezûelayê direvin ku welatekî ji aliyê petrolê ve dewlemend e.

PÊKANÎNÊN NÛ YÊN DYA'YÊ

Zext û pêkanînên DYA'yê, her wiha zexta mûxalefeta rastgir a destekê ji DYA'yê digire û çîna elît a ku hemû dewlemendî di destê wan de ye, dibin sedem ku krîz girantir bibe.

Rêveberiya Washîngtonê 1'ê Mijdarê pêkanînên nû li ser Venezûelayê ferz kir. Bi biryarnameyekê re hate qedexekirin ku welatiyên Amerîkî têkildarî petrolê bi kes an jî saziyên Venezûelayî re kar nekin.

Arjantîn, Kanada, Şîlî, Kolombiya, Paragûay û Perû ku li ser xeta DYA'yê ne, dawiya meha Îlonê ji Dadgeha Ceza ya Navneteweyî re nameyek nivîsandin û xwestin ku rayedarên Venezûelayî ji ber sûcê li dijî mirovahiyê werin darizandin.

Krîza li Venezûelayê ji ber krîza aborî, pêkanîn, zext û hewldanên darbeyê girantir bû.