‘Alîkarî’ ji bo Lubnanê ku krîza penaberan lê dayî

Tirkiye û hin welatên Ewropayê pesnê xwe didin ku penaberên Sûriyê li nav xwe dihewînin lê li Lubnanê ku ji 4 para 1 jê penabarên Sûriyê ne, heke ne ji alîkariya darayî be wê were ber teqînê.

Dema ku li Sûriyê şerê navxwe dest pê kirî, 2011’an nifûsa Lubnanê 4 milyon û 250 hezar bû, dawiya sala 2017’an ev nifûs bû 6,2 milyon. Li gel bi sed hezaran penaberên Filîstînî, hijmara wan kêm bûbe jî bi kêmanî 1,2 milyon penaberên Sûriyê hene.

Ji bo çareserkirina pirsgirêka penaberan ku li Lubnanê bû sedema krîza giran a aborî û sosyal, bangên alîkariya maddî bersiv nedîtibû.

Duh piştî ku  Serokwezîra Elmanyayê Angel Merkel li Lubnanê Serokwezîr Saad Harîrî dît, soz da ku alîkariya darayî bi Lubnanê re bike. Elmanyayê par ji bo Lubnanê 380 milyon euro veqetandibû, her wiha li gel Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî pêşniyara alîkariya pêvek kiribû.

Tê gotin pirsgirêka penaberan a ku li Lubnanê rê li ber rageşiyên civakî vedike, tenê bi perspektîfa ‘vegerê’ dikare çareser bibe.