Alba Ventura: Erdogan ji rehm û heqîqetê para xwe nestendiye!

Yek ji rojnamevanên radyoya RTL ya Fransayê Alba Ventura di nivîsa xwe ya edîtoriyê de diyar kir ku, tevî bûyera erdhejê domandina xebatên hilbijartinê ji aliyê Erdogan ve li dijî rêgezên mirovî ne û got ku “Erdogan ji rehm û heqîqetê para xwe nestendiye.

Alba Ventura di nivîsa xwe ya edîtoriya malpera radyoya RTL de, erdheja sala 1999'an a Îzmîtê bi bîr xist û bal kişand ser rexneyên Erdogan ên wê demê yên li hikûmetê û wiha got: "Pisporan wê demê hişyarî dabûn ku wê heta sala 2030'an erdhejeke mezin çêbibe. Serokkomar Erdogan di 20 salan de çi kir?”

Alba Ventura anî ziman ku, Erdogan piştî erdheja Mereşê hêj bi cesaretek dertê û dibêje ne pêkan e ku pêşî li felaketeke wiha bê girtin û wiha dewam kir, “Ji rehm û heqîqetê para xwe nestendiye. Tişta herî rêgezên mirovan binpê dike ew e ku Serokkomarê Tirkiyeyê tevî vê trajediyê kampanyaya xwe ya hilbijartinê didomîne.”

Ventura der barê Erdogan de got, “Ji ber kêmbûna alîkariyê û rewşa avahiyên ku bi lez û bez çêkirine, tehemûla wî li hemberî rexneyan tune ye. Li dijî vê wekî bersiv wî twitter girt û li şûna karesatek xwezayî ya ku wî ji nedîtî ve hat, rewşa awarte ragihand.”

Ventura wiha dawî li axaftina xwe anî: “(Erdogan) beriya trajediyê lewaz bû, di anketan de gelek winda kir, lê ji ber ku muxalefet pir belav bûye, dîsa jî li pêş e. Niha her tişt girêdayî çawaniya rêvebirina piştî erdhejê ye. Tiştê teqez ev e ku ev felaket wê girantir bibe, li rewşa aborî ya welêt zêde bike ku ji sala 2014’yan vir ve enflasyoneke mezin û derbeke otorîter dijî."