Aîr France û Brîtîsh Aîrways jî ji Îranê vedikişin

Di çarçoveya pêkanînên DYA yên dijî Îranê de şîrketên welatên rojavayî yek bi yek ji Îranê vedikişin. Du şîrketên mezin ên rêyên hewayî seferên xwe yên li Tehranê sekinandin.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trûmp, biryara vekişîna ji Peymana Nukleerê ya sala 2015'an dabû û pêkanînên aboriyê yên li ser Tehranê ji nû ve xistibû meriyetê. Piştî vê biryara Trûmp, şîrketên Ewropî yên ku ji bazirganî û pêkanînên xwe yên li DYA'yê bi endîşe ne, yek bi yek ji Îranê vedikişin.

Herî dawî şîrketên rêyên hewayî yên bi navê Brîtîsh Aîrways û Aîr France biryar dan ku li gorî van pêkanînan tevbigerin. Her du şîrketan piştî bi dehan salan, sala 2016'an dest bi seferên li Tehranê kiribûn. Brîtîsh Aîrwaysê diyar kir ku seferên London-Tehranê wê 22'ê Îlonê biqedin û balafira ku vê seferê bike wê rêwiyên xwe ji bo cara dawî ji Tehranê bibe Londonê.

Şîrketa rêyên hewayî yên Fransayê Aîr France jî bi daxuyaniyekê raighand ku sefera dawî ya ber bi Tehranê ve wê 18'ê Îlonê be.

Her du şîrketên rêyên hewayî, piştî ku rejîma niha ya Îranê sala 1979'an bûbû desthilatdar, seferên xwe yên ber bi Tehranê ve sekinandibûn û piştî mohrkirina Peymana Nukleerê ya sala 2015'an biryar dabûn ku sala 2016'an ji nû ve dest bi seferên xwe bikin.