Agirbesta Îsraîl û Hamasê di roja 3'yemîn de ye: Pevguhertina dîlgirtiyan didome

Di roja 3’yemîn a agirbesta di navbera Îsraîl û Hamasê de tê plankirin ku girtiyên Fîlîstînî û dîlgirtiyên Îsraîlî bi hev bêne guhertin û bêne berdan.

Şerê ku di 7’ê Cotmehê de bi êrîşa Hamasê ya li ser axa Îsraîlê dest pê kir ket roja xwe ya 51’emîn. Agirbesta di navbera herdu aliyan de di roja 3’yemîn de berdewam dike.

Roja Înê û Şemiyê Hamasê bi giştî 41 dîlên Îsraîlî û biyanî yên ku li Xezeyê hatibûn girtin radestî Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî (ICRC) kirin, Îsraîlê jî 78 girtiyên Filistînî serbest berdan.

Lihevkirina ku roja Çarşemê di bin sîwana Qeterê de bi piştgiriya Emerîka û Misirê pêk hat, tê xwestin ku di dema agirbesta 4 rojan de 50 dîlên Hamasê ji bo 150 girtiyên Filistînê biguherînin û ev dem dikare bê dirêjkirin.

Hikûmeta Îsraîlê êvara Şemiyê ragihand ku lîsteyek dîlên ku roja Yekşemê serbest berdin amade kirine, lê nasname, hejmar û kengê dê radestî ICRC bên kirin eşkere nekir.

Serokwezîrtiyê, diyar kir ku Îsraîlê malbatên ku xizmên wan di lîsteya ku Qatar ê navbeynkariyê di navbera Îsraîl û Hamasê de dike, agahdar kir.

Di vê navberê de, Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ji roja Şemiyê ku di wê rojê de agirbest ket meriyetê, bi giştî 248 kamyon alîkariyên mirovî gihiştine Şerîda Xezeyê. Ji van 61 wesayîtan malzemeyên tibî, xwarin û av birin bakurê Xezeyê.

Di daxuyaniya Koordînasyona Alîkariya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) de hat ragihandin ku “ji bo tehliyeyan bibin alîkar” 11 ambûlans, sê otobus û wesayîteke ser vekirî ji nexweşxaneya herî mezin a Şerîda Xezeyê El Şîfa re hatine şandin.

OCHA’yê spasiya Heyva Sor a Filistînê û Heyva Sor a Misrê kir û got, "Agirbest çiqasî dirêjtir bibe, rêxistinên alîkariya mirovî dê ewqas zêde alîkariyê bişînin nav Şerîda Xezeyê û dervî wê. "