Agir bi xeta boriya gazê ya Rûsyayê ket
Hat ragihandin ku li Komara Çavûşistanê ya girêdayê Rûsyayê agir bi xeta boriya gazê ketiye û 3 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Hat ragihandin ku li Komara Çavûşistanê ya girêdayê Rûsyayê agir bi xeta boriya gazê ketiye û 3 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Li Çavûşistanê agir bi xeta boriya gaza Rûsyayê ket. Ev xeta ku agir pê ket, gaz pê diçe Ewropayê. Ev herêm li rojhilatê Moskovayê û 600 km dûrê wê ye.
Berpirsê herêmê Oleg Nîkolev wiha got: “Li gor agahiyên destpêkê ku bi destên me ketine, 4 kes li qadê xebitîne. Mixabin 3 jê ji ber şewitîna bi tundî ya gazê jiyana xwe ji dest daye. Ajokarek xelas bûye.“