Agahiyên nû derbarê hejmara kuştiyên xwepêşandanên li Îranê

Li gorî agahiyên nû ku li malpereke farsî ya bi navê Kelêmê hatî belavkirin tê gotin ku tenê li bajarokê Şehriyar herî kêm 104 kes û li bajarokê Rûdhên jî 16 xwepêşander ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine kuştin.

Malpera Kelêmê doh bi xwesipartina hinek belgeyên pêbawer diyar kiribû ku derbarê pêvajoya xwepêşandanan de agahiyên nû bi dest xistiye û dibêje: “Tenê li bajarokê Şehriyar herî kêm 104 xwepêşander ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine kuştin.”

Kelêmê di berdewama rapora xwe de tîne ziman: “Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên cihê bawerî hatî bidestxistin li herêm û bajarokên girêdayî bajarê Şehriyar a girêdayî Tehranê û taxên wê herî kêm 116 xwepêşander hatine kuştin.”

Di raporê de hatî teqezkirin ku li herêmên girêdayî Şehriyarê kuştina xwepêşanderan bi “Gulebarana rasterast a hêzên rejîma Îranê” ve pêk hatiye.

Heta niha rejîma Îranê derbarê hejmara kesên ku li xwepêşandan de hatine kuştin ti daxuyaniyek nedaye. Beriya niha jî Rêxistina Efûya Navneteweyî di rapora xwe ya dawî de tekez kiribû ku hejmara kuştiyan ji ya tê gotin pir zêdetir e û bi xwe jî ragihandibû ku herî kêm 161 xwepêşander hatine kuştin.

Li gorî raporên ku di ragihandinên li derveyî Îranê jî tên belavkirin qala kuştina herî kêm 200 kesî tê kirin.

Heman çavkaniyê diyar kiriye ku cenazeyên herî kêm 236 kesî jî weguhestine goristana Biheşta Zehra ya dikeve Başûrê Tehranê.