ÛNÎCEF ji bo Gûtaya Rojhilat bi hêrs e

ÛNÎCEF’ê nerazîbûn nîşanî êrîşên rejîma Şamê yên li ser Gûtaya Rojhilat da.

Gerînendeyê Herêma Afrîkaya Bakur û Rojhilata Navîn ê ÛNÎCEF’ê Geert Cappelaere got, “Tu gotin ji bo zarokên ku hatine kuştin û ji bo dê û bavê wan nikare edaletê pêk bîne.”

Daxuyaniyeke bi navê ‘Windahiyên mirovî yên zêde’ hate weşandin û di daxuyaniyê de sîvîlên ku li Gûtaya Rohilat hatine kuştin, derkete pêş. Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ji Yekşemê û vir ve li Gûtaya Rojhilat 60 jê zarok, nêzî 194 sîvîl hatine kuştin.

Neteweyên Yekbûyî roja Duşemê daxuyanî da û ji artêşa Sûriyeyê xwest ku bila bombebaran were sekinandin.

Koordînatorê Karên Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî Panos Moûmtzîs jî got, “Li Gûtaya Rojhilat kuştina sîvîlan derveyî kontrolê ye. Divê bi lez û bez ev êş were bidawîkirin.”