ÛNÎCEF’ê nerazîbûn nîşanî dagirkeriyê da
Dîrektora Giştî ya ÛNÎCEF’ê Henrîetta Fore diyar kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker 70 hezar zarokan koç kirine û herî kêm 4 zarok mirine û 9 zarok jî birîndar bûne.
Dîrektora Giştî ya ÛNÎCEF’ê Henrîetta Fore diyar kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker 70 hezar zarokan koç kirine û herî kêm 4 zarok mirine û 9 zarok jî birîndar bûne.
Dîrektora Giştî ya ÛNÎCEF’ê Henrîetta Fore bal kişand ser êrîşên dagirker yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
4 ZAROK HATIN QETILKIRIN Û 70 HEZAR ZAROK JI WARÊN XWE BÛN
Fore diyar kir ku ji ber operasyona leşkerî ya dewleta Tirk heta îro 70 hezar zarok ji warê xwe bûne, herî kêm 4 zarok hatine qetilkirin û 9 zarok jî birîndar bûne.
Fore got ku “Li 3 navendên tendirustiyê, wesayîrên tendirustiyê û dibistanekê hate dayîn. Ji ber êrîşan li herêma Hesekê îstasyona ku av dida 400 hezar kesan, htae hilweşandin.”
Fore diyar kir ku 170 hezar zarok pêdiviya wan bi alîkariyê heye û ÛNÎCEF ew ê alîkariyê bişîne ji herêmê re.