Ûkraynayê rewşa awarte ragihand

Li Ûkraynayê ku hindik maye bi Rûsyayê re bikeve şer, parlamentê ji bo 30 rojî rewşa awarte ragihand.

Dengdan li ser daxwaza Serokkomar Petro Poroşenko hate kirin. Rewşa Awarte ya ku Poroşenko ragihand, bi rengekî fermî qebûl bû. Ji 276 parlamenterên tevlî dengdanê bûn, 226'an dengê 'erê' dan.

Rewşa Awarte ya bi dengdanê hate qebûlkirin, wê ji roja Çarşemê saet 09:00 û pê ve derbasdar be. Serokkomar Poroşenko beriya dengdanê diyar kiribû ku ew ji bo 60 rojî rewşa awarte dixwaze, lê ev daxwaza xwe vekişandibû.

Bi biryarnameya rewşa awarte re, wê sîstema parastinê ya Ûkraynayê, yekîneyên li ser sînor, parastina binesaziyê werin xurtkirin, ji bo ewlehiya agahî û îstîxbaratê tedbîrên nû û hin tedbîrên din ên ji raya giştî re nehatine eşkerekirin wê werin girtin.

Sê keştiyên şer ên Ûkraynayê, dema hewl dida ji Neqeba Kerçê ya li pêşiya Derya Azovê bikevin nava Derya Reş, Rûsyayê dest lê werda bû. Li gorî artêşa Ûkraynayê, ji ber gulereşandina hêzên Rûs, 6 jê giran 23 leşker birîndar bûbûn.

Ji ber metirsiya rûdana şer, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî biryar dabû ku bi lezgînî bicive.