Ûkraynayê ji NATO'yê xwest ku keştiyan bişîne Azovê

Serokkomarê Ûkraynayê Petro Poroşenko ji Elmanyayê û hemû welatên NATO'yê xwest, ku li dijî Rûsyayê destekê bidin wan û keştiyên xwe li derya Azovê bi cih bikin.

Petro Poroşenko ji rojnameya Bîld a Elman re axivî û got, "Elmanya yek ji hevalbendên me yên nêz e. Hêvîdar im welatên di bin sîwana NATO'yê de cih digirin, ji bo alîkariyê bidin Ûkraynayê û ewlehiya vê derê misoger bikin, keştiyên xwe bişînin derya Azovê."

Poroşenko diyar kir, Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ji bilî dagirkirina Azovê tiştekî naxwaze û got, "Yekane zimanê ku jê fêhm dike, yekîtiya cîhana rojava ye."

Poroşenko got, "Divê Elmanya vê yekê ji xwe bipirse: Eger em pêşî lê negirin, wê Pûtîn piştre çi bike?"

Piştî rûdana krîza navbera Rûsya û Ûkraynayê, rêveberiya Kîevê roja Duşemê rewşa awarte ji bo 30 rojan ragihandibû.