Ûkrayna: Rûsyayê fuzeya balîstîk a navparzemînî bi kar anî
Ûkrayna îdia kir ku Rûsyayê di şer de cara ewil fuzeya balîstîk a navparzemînî bi kar anî. Êrîşa navborî piştî ku Ûkraynayê bi çekên Emerîkî li axa Rûsyayê xist, pêk hat.
Ûkrayna îdia kir ku Rûsyayê di şer de cara ewil fuzeya balîstîk a navparzemînî bi kar anî. Êrîşa navborî piştî ku Ûkraynayê bi çekên Emerîkî li axa Rûsyayê xist, pêk hat.
Ûkrayna piştî bi fuzeyên dûravêj ên ku DYE’yê dabû wan, li axa Rûsyayê xist, hat îdiakirin ku Rûsyayê bi fuzeya balîstîk a navparzemînê li Ûkraynayê xist. Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê hêzên hewayî yên Ûkraynayê ve hat dayîn, êrîş danê sibê li bajarê Dnipro hatiye kirin. Hat destnîşankirin ku fuze ji aliyê Rûsyayê ve ji herêma Astrahanê ya nêzî Behra Xezerê hatiye avêtin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li gel fuzeya balîstîk 8 cureyên fuzeyên din hatine avêtin. Hat ragihandin ku ji wan fuzeyan 6 jê hatine xistin û hatine îmhakirin. Hat îddîakirin ku di êrîşê de 2 kes birîndar bûne û gelek xanî, tesîsên pîşesazî û navendeke rehabîlîtasyonê zirar dîtine.
PEYAMA ÇEKÊN NUKLEERÎ
Ji ber ku fuze xwedî kapasîteya serikên nukleerî ne û hem dûravêj in, weke peyamek girîng tê dîtin. Rûsyayê heta niha der barê mijarê de daxuyanî nedaye.