Ûkrayna: Lîsteya kesên hedef Rûsya ne di destê me de ne

Nakokiyên navbera Ûkrayna û Rûsya ya li ser nûçeya sûîkasteke sexte ya di derbarê rojnemevanekê de dewam dike. Daraza Ûkrayna diyar kir ku lîsteyekî ku navê 47 kesan di hedefê de ye, li gel wan heye.

Di nava hefteyê de hatibû îdîakirin ku rojnamevanê bi navê Arkadî Babçenko yê mûxalefetê Vîlademîr Pûtîn bi sûîkastekê hatiye kuştin, lê hema piştî vê hatibû ragihandin nûçeyeke derewe ku ji bo pêşîgirtina sûîkasêtê ji aliyê servîsa veşartî ya Ûkrayna ve hatiye amadekirin.

Serdozgerê Giştî yê Ûkrayna Yûrî Lûtsenko, îdîa kir ku li ser nûçeya derew a di derbarê kuştina Babçenko de gihiştine lîsteyekî sûîkasêt ku navê 47 kesan li xwe digire. Lûtsenko yê li ser tevna civakî daxuyanî d, diyar kir ku di lîsteyê de kesên ‘ji aliyê terorîstan ve hatine hedefkirin in’ di nav van de Rûs û Ûkraynî jî hene.

Li gorî îdîdaya dozger di nava bi dehan kesên di bin gefa sûîkastê de ne, rêjeya zêde ji rojnamevanan pêk tên.

Rayedarên Ûkrayna jî îdîa kiribû ku li welat servîsa veşartî ya Rûsya plankirine ku wê li dijî 30 kesan sûîkastan pêk bîne.

Li aliyê din, duh di nava rojê de nêzî deh dîplomatên DYA, Brîtanya, Elmanya, Kanada, Îtalya, Fransa û Japonay ku endamên G7 hevdîtina wan a bi Dozgerê Giştî yê Ûkrayna re kirîn bal kişand. Hate ragihandin ku hevdîtina ji bo çapemeniyê girtî bi qasî 2 saetan dom kiriye.