Şewba ebolayê ji bo Kongoyê metirsî ye, ji bo dinyayê ne muhîm e!

Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê hişyarî da ku şewba ebola ya li Komara Kongo ya Demokratîk metirsîdar e û diyar kir, "Ji bo dinyayê rewşeke lezgîn nîne."

Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê ragihand, şewba ebolayê ya li Komara Kongo ya Demokratîk ji bo wî welatî metirsî ye, dikare belav bibe, lê belê li qada navneteweyî belav nabe.

Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê, tevî ku şewba ebola li Ûgandayê jî belav bûye, diyar kir ku ji bo tenduristiya dinyayê metirsîdar nîne.

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê Tedros Ad Adhanom Ghebreyesus diyar kir, ji bo belavbûna şewbê bê astengkirin divê tedbîr werin wergirtin.