Şerê Xezeyê: Di 59 rojan de nêzî 16 hezar kes mirin

Şerê Îsraîl û Hamasê di roja 59’emîn de berdewam dike. Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku hejmara miriyên li Xezeyê derketiye 15 hezar û 899 kesan.

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasa ku Xezeyê kontrol dike daxuyand ku ji şerê di 7’ê Cotmehê de dest pê kiriye heta niha 15 hezar û 899 kes jiyana xwe ji dest dane û ragihand ku ji sedî 70 jê jin û Filistînî yên di bin 18 salî de ne.

Berdevkê Wezaretê Eşref el-Kidreh diyar kir ku di operasyonên leşkerî yên ku Îsraîlê li Xezeyê dane destpêkirin de 42 hezar kes birîndar bûne.

Serokwezîrê Îsraîlê diyar kir ku termê 15 Îsraîlîiyên ku 11 jê sivîl û 4 leşker in, li Xezeyê ne.

Li herêma sînorê Îsraîlê ya bakurê Xezeyê, di encama êrîşan de 4 jê leşkerên payebilind û piraniya wan sivîl hezar 200 kes hatine kuştin.