Şerê navbera Ermenistan û Azerbaycanê ji nû ve dest pê kir

Şerê li ser sînor ê navbera Ermenistan û Azerbaycanê piştî agirbesta rojekê, roja Pêncşemê ji nû ve dest pê kir.

Li gorî daxuyaniyên Wezaretên Parastinê yên her du welatan, şerê li sînorê bakur sibeha Pêncşemê ji nû ve dest pê kir.

Baku û Erîvan hevdu sûcdar dikin û dibêjin ku ew bersivê didin êrişan.

Şeva Sêşem-Çarşemê li herêma sînor bêdengî hebû.

Li gorî daxuyaniya 15'ê Tîrmehê ya Wezareta Parastinê ya Ermenistanê, hêzên Azerbaycanê 12'ê Tîrmehê li ser sînor ketin nava hewldanên provokatîf û bûn sedema şerê leşkerî.

Li gorî malpera Armenewsê, Berdevkê Çapemeniyê yê Wezareta Parastinê Artsrûn Karapetî Hovhanisyan ragihand, Azerbaycanê êriş biriye ser herêmên sivîl, du febrîqe û lûleyeke gazê, lê tiştek bi sivîlan nehatiye. Di dîmenan de yên ji aliyê medya Ermenistanê ve hatin weşandin obusên Azerbaycanê li qadên sivîlan dikevin û xisarê li gelek malan dikin.

Roja Yekşemê li ser sînor di şer de yek jê general 11 leşkerên Azerbaycanê mirin. Li aliyê Ermenistanê jî tê gotin ku du leşker hatin kuştin.

Ermenistan û Azerbaycan ji destpêka salên 1990'î û vir ve ji bo kontrolkirina herêma Karabagê şer dikin. Vê herêmê sala 1991'ê bi piştgiriya Ermenistanê bi rengekî yekalî serxwebûna xwe ragihand. Di şerê dijî Azerbaycanê de derdora 30 hezar mirovî jiyana xwe ji dest dan. Ev şer sala 1994'an bi agirbestekê bi dawî bû.