Şerê Hamas-Îsraîlê: Li gorî Qatarê ji bo dîlgirtiyan astengiyên 'biçûk' mane

Serokwezîrê Qatarê ragihand ku ji bo berdana dîlgirtiyên di destê Hamasê de ne, pirsgirêkên 'biçûk' mane.

Serokwezîrê Qatarê Mûhammed bîn Abdulrahman Al Thanî bi Nûnerê Bilind ê Polîtîkaya Deve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell re li Dohayê civîneke çapemeniyê lidar xist û got, "Di danûstandinan de zehmetiyên mane gelekî biçûk in (...) ew zehmetî hîn bêhtir lojîstîkî ne, pratîkî ne."

LI XEZEYÊ 62 LEŞKERÊN ÎSRAÎLÊ HATIN KUŞTIN

Li qadê jî operasyonên Îsraîlê bi berfirehî dewam dikin. Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de ya roja Yekşemê, ahte ragihandin ku di şerê li Şerîda Xezeyê de sê leşkerên din ên Îsraîlê hatine kuştin. Hate ragihandin ku bi vî rengî ji destpêka şer û vir ve 62 leşkerên Îsraîlê hatine kuştin.

ÎRANÊ BANG LI WELATÊN MISILMAN KIR KU TÊKILIYÊN XWE BI ÎSRAÎLÊ RE BIBIRIN

Li aliyê din, li gorî ajansa nûçeyan a Tasnîm ku ajansa nîv fermî ya Îranê ye, lîderê olî yê Îranê Ayetûllah Alî Hamaney roja Yekşemê bang li dewletên Misilman kir ku qet nebe ji bo demekê têkiliyên xwe yên siyasî yên bi Îsraîlê re bibirin.

DEWLETÊN MISILMAN DAXWAZA ÎRANÊ QEBÛL NEKIRIN

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî jî beriya çend hefteyan bang kiribû ku ambargoya petrol û xurekê ya Îslamî li ser Îsraîlê bê danîn.

Endamên Rêxistina Hevkariya Îslamî û Yekîtiya Ereb 11'ê Mijdarê di civîna bilind a hevpar de ku li paytexta Erebistana Siûdî lidar xistin, daxwaza Serokkomarê Îranê ya li hemberî Îranê qebûl nekirin.