Şerê Îsraîl-Hamasê: Herdu alî nêzî agirbestê bûn!

Şerê navbera Îsraîl û Hamasê di roja 46'an de ye. Nûnerên Hamasê diyar kirin ku 'mohrkirina peymaneke agirbestê nêz e'.

Lîderê Hamasê Îsmaîl Haniye diyar kir ku nûnerên tevgera Fîlîstînê nêz in ku bi Îsraîlê re 'peymaneke agirbestê mohr bikin' û wan bersiva xwe ji navbeynkarên Qatarî re ragihandine.

Qatar, Misir û DYA di berdêla agirbesta li Şerîda Xezeyê de li ser peymaneke welê dixebitin ku dîlgirtiyên ji aliyê Hamasê ve hatine revandin, bêne berdan.

Çavkaniyên cuda radigihînin ku li ser peymaneke welê tê rawestandin ku di berdêla berdana 300 mehkûmên Fîlîstînî de yên ku zarok û jin jî di nav de ne, 50 heta 100 dîlgirtî bêne berdan.

Li gorî agahiyên hatin wergirtin, rojane wê di berdêla 30 mehkûmên Fîlîstînî 10 dîlgirtiyên Îsraîlê bêne berdan. Her wiha destûra ji bo gihîştina xurek, alîkariya tibî, sotemenî û agirbesta însanî ya pênc rojan a dikare bê nûkirin, di nava vê peymanê de hene.

ZÊDEYÎ 13 HEZAR Û 300 KES HATIN KUŞTIN

Li gorî bîlançoya dawî ya hikumeta Hamasê ku 20'ê Mijdarê eşkerek ir, ji 7'ê Cotmehê û vir ve di encama bombardûmana Îsraîlê de li Şerîda Xezeyê 13 hezar û 300 kes hatin kuştin. Hate ragihandin ku ji kesên hatin kuştin 5 hezar û 600 zarok, 3 hezar û 50 jî jin bûn. Her wiha hate ragihandin ku 31 hezar kes jî birîndar bûn.

LI BAKURÊ XEZEYÊ ŞER DIQEWIME

Yek ji devera ku di navbera leşkerên Îsraîlê û Hamasê de şerekî giran lê diqewime li herêma Nexweşxaneya Endonezyayê ye ku li bakurê Şerî Xezeyê ye. Roja Sêşemê jî li herêmê rewş aloz bû. Artêşa Îsraîlê diyar kir ku tevahiya şevê li herêmê şer qewimî.

Li gorî çavkaniyên Fîlîstînî di êrîşên Îsraîlê de 12 nexweş û xizmên wan mirin, bi dehan jî birîndar bûn. Wezîrê Karên Derve yê Endonezyayê Retno Marsûdî ragihand ku di encama êrîşa Îsraîlê de gelek sivîl hatin kuştin, hiqûqa mirovî ya navneteweyî bi rengekî şênber hate binpêkirin û êrîş şermezar kir.

Li gorî çavkaniyên nexweşxaneya herêmî zêdeyî 100 birîndar êvarê û bi şev ji vê nexweşxaneyê ber bi nexweşxaneya Nasir a li Xan Yûnûsê ya li başûrê Şerîda Xezeyê hatin veguhastin.

BORRELL: DEWLETA FÎLÎSTÎNÊ GARANTIYA EWLEKARIYA ÎSRAÎLÊ YE

Wezîrê Karên Derve yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell jî piştî civîna wezîrên karên derve yên 27 welatan daxuyaniyek da û diyar kir ku avakirina dewleta Fîlîstînê ji bo ewlekariya Îsraîlê rêya herî baş e. Josep Borrell israr kir ku piştî şer bi dawî bû divê Îsraîl Xezeyê dagir neke û kontrola herêmê radestî Rêveberiya Fîlîstînê bike.

YEKÎTIYA EFRÎKAYÊ: NERAZÎBÛNA ÎSRAÎLÊ NE YA EFÛKIRINÊ YE

Serokê Yekîtiya Efrîkayê nerazîbûna Îsraîlê ya li hemberî êrîşa Hamasê ya li ser Xezeyê şermezar kir û anî ziman ku ji aliyê qurbaniyên sivîl ve nerazîbûneke bi vî rengî 'ne ya efûkirinê ye'.

Azalî Asûmanî li Berlînê civîneke çapemeniyê lidar xist û ji bo çalakiyên Hamasê got, 'dikare bê şermezarkirin', ji bo nerazîbûna Îsraîlê jî got 'ne ya efûkirinê ye'. Azalî Asûmanî got, "Li zarokekî bifikirin ku kuştina dayik û bavê xwe dibîne (...) Ev yek dibe sedema tundiyê."