Şerê Îsraîl-Hamasê: Şer li derdora nexweşxaneyê giran dibe
Di roja 39’an a şerê Îsraîl-Hamasê de şer li derdora nexweşxaneya El Şifa giran dibe.
Di roja 39’an a şerê Îsraîl-Hamasê de şer li derdora nexweşxaneya El Şifa giran dibe.
Di şer de ku ji 7’ê Cotmehê ve dewam dike, Îsraîlê tankên xwe li derdora saziya tenduristiyê zêde kirine.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY) nêzî 10 hezar Fîlîstînî (nexweş, personel û kesên ku ji ber şer ji cihên xwe bûne) li nexweşxaneyê asê mane. Rayedarên herêmî diyar dikin ku ev hejmar hîn zêdetir e.
MSF: REWŞ GELEK CIDÎ Û DERMIROVÎ YE
Bijîjkên Sînornenas (MSF) li ser X’ê daxuyanî da û got: “Rewş gelek cidî û dermirovî ye.”
Bijîjkekî MSF’ê got: “Li nexweşxaneyê elektrîk, xwarin û av nîne.”
Artêşa Îsraîlê diyar kir ku hewl tê dayîn ku kuvoz ji nexweşxaneyeke Îsraîlê ji bo Nexweşxaneya El Şifayê bê şandin.
Berdevkê artêşa Îsraîlê wiha got: “Armanc ew e ku mirov werin tahliyekirin û gelek mirov ji herêma nexweşxaneyê werin dûrxistin.”
LI EL ŞIFAYÊ 179 CENAZE LI GORISTANA KOMÎ HATIN VEŞARTIN
Midûrê nexweşxaneyê diyar kir ku di kompleksa nexweşxaneya El Şifayê de goristaneke komî hate kolan û herî kêm 179 cenaze li vir hatin veşartin û anî ziman ku 7 pitikên premature ku ji ber nebûna elektrîkê miribûn, di nav cenazeyên hatine veşartin de bûn.
Dr. Mûhammed Ebû Salmiya got: “Em neçar man ku wan li goristana komî veşêrin.”
ARTÊŞA ÎSRAÎL: HAMASÊ KONTROLA XEZEYÊ WINDA KIR
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant got ku Hamasê kontrola Xezeyê winda kir û şervanên wan direvin başûr.
Li gorî Gallant sivîl baregehên Hamasê talan dikin.
LI XEZEYÊ 46 LEŞKERÊN ÎSRAÎLÊ MIRIN
Artêşa Îsraîlê ragihand ku di şerê li Xezeyê de 2 leşkerên din mirine û ji roja ku şer destpê kirî û vir ve, li ser xaka Fîlîstînê 46 leşkerên wan mirine.
NETANYAHÛ AGIRBEST RED KIR
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahû roja Sêşemê mulakatek da Fox News’ê û îdîa kir ku eger Îsraîl Hamasê tune neke, wê dora DYE’yê û Ewropayê were.
Netanyahû got: “Ji bo başiya cîhana medenî, divê em bi ser bikevin. Şerê ku em didin ev e û niha jî ev şer tê dayîn. Ti tişt nikare cihê vê serkeftinê bigire.”
Netanyahû îdîa kir ku Hamas û Hûsî dixwazin Rojhilata Navîn û cîhan vegere serdemên tarî û car din agirbest red kir.
LI ÇEPERÊ LUBNANÊ ŞER DIJWAR DIBE
Li ser sînorê Lubnanê jî şer dijwar dibe. Li gorî Haaretz’ê berdevkê artêşa Îsraîlê Danîel Hagarî got ku ji aliyê Îsraîlê ve nêzî 200 endamên Hîzbûllahê hatine kuştin. Lê li gorî daxuyaniyên fermî yên Hîzbûllahê heta niha 74 şervan hatine kuştin.