'Şengal nimûneya jiyana demokratîk e'
Endama TAJÊ Rîham Hesen bal kişand ser dek û dolabên li ser Şengalê têne gerandin û destnîşan kir ku pêwîstiya civaka wan bi tiştên madî nîne, ya ji wan re pêwîst, xwedîderketina li mafê xwe ye.
Endama TAJÊ Rîham Hesen bal kişand ser dek û dolabên li ser Şengalê têne gerandin û destnîşan kir ku pêwîstiya civaka wan bi tiştên madî nîne, ya ji wan re pêwîst, xwedîderketina li mafê xwe ye.
Di 3’ê Tebaxa sala 2014'an çeteyên DAÎŞ'ê ferman li Şengalê rakirin. Di fermanê de gelek Êzidî hat qetilkirin, jinên Êzidî di qefesan de hatin şewitandin û li bazaran hatin firotin. Di dema fermanê de her kesî xwe bêdeng kiribû. Rêber Apo perspektîfa xilaskirina Şengal ji destê çeteyan da şervanên azadiyê. Piştî ku gerîlayan bi fikir û felsefeya Rêber Apo Şengal ji çeteyê DAÎŞ'ê rizgar kirin. Civak ji bo xwe biparêze perwerde kirin. Civaka Êzidî ji aliyekî ve di nava berxwedana man û nemanê de bû, li aliyê din jî sazî û meclîsên xwe ava kir.
Civaka Êzidî piştî rizgarkirina Şengalê pergala rêxistinî û parastinê ava kirin. Civaka Êzidî rêveberiya xweser a demokratîk a Şengalê ava kir û ev 10 sal in di bin vê sîwanê de xwe rêve dibe.
‘DESTEYA ME BI FIKRÊ RÊBER APO AVA BÛ’
Endama TAJÊ Rîham Hesen li ser berxwedana gerîlayên azadiyê û rizgarkirina Şengalê axivî û wiha nirxand: “Ji dervayî Rêber Apo û şervanên azadiyê tu kes nedixwest civaka Êzidî nemîne. Bi bangawaziya Rêber Apo re gerîlayên azadiyê berê xwe dan Şengalê û civaka Êzidî ji qirkirinê xilas kirin. Piştre li ser fikir û felsefeya Rêber Apo li Şengalê desteya rêveberiya xweser hat avakirin."
‘PARASTIN MAFÊ HER ZINDIYEKÎ/Ê YE’
Rîham Hesen da zanîn ku parastin mafê her zindiyekî ye û wiha domand: “Ev projeya çareseriyê ye hemû gelên blindest e. Ji bo jiyana azad a gelê me yê Êzidî pêşbikeve, me pergala rêveberiya xweser a Şengalê ava kir. Ev pergal hemû civakê hembêz kir. Rêveberiyên ku xwe li ser esasên hişmendiya dewletê birêxistin kiribûn Şengalê hiştîn û bêparastin hîştin. Ji ber vê gel xwedî li vê pergalê derket. Civaka Êzidî piştrast kir ku civak dikare bêyî dewletê xwe biparêze. Niha dewletên navnetewî vê projeyê nîqaş dikin. Lewre ev proje ji bo hemû gelan çareseriya demokratîk ava dike. Mafê her zindiyekî/ê heye ku parastina xwe ya cewherî bike. Ji ber vê divê herkes hêza me ya parastinê û asayişa Êzîdxanê rewa bibînin."
‘DI RÊVEBERIYA XWESER DE CIHÊ HER KESÎ/Ê HEYE’
Rîham Hesen axaftina xwe wiha domand: “di vê demê de rastiya herî binirx ew bû ku gel îradeya avakirina rêveberiya xweser da raber kirin. Dema em dibêjin rêveberiya xweser, em îradeya civakê pênase dikin. Di nava rêveberiya xweser de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) pêşengiya jiyanê dike û sazî û dezgehên wê hene. Alîkariya hemû jinan dike û xwe bi xwe rêxistin dike. Her wiha di nava rêveberiya xweser de şaxê jin û projeyê wan yê perwerdeyê hene. Di heman demê de ciwanên Êzidî û saziya oldaran jî beşekê vê pergalê ne. Her kes di nav rêveberiya xweser de cih digire. Her wiha li Şengalê civakên Şîa û Ereb jî jiyan dikin û perçeyekê vê pergalê ne.”
‘EM Ê HER TIM LI PEY DOZA XWE BIN'
Rîham Hesen da zanîn ku ew ê her tim li pey doza azadiyê bin û got, "Me bi hezaran şehîd dane û gelek zehmetî kişandine da ku em gihane vê astê. Di sala 2014’an de ferman hate ser civaka Êzidî û civakê pir zehmetî dîtin û gelek mirov hatin qetil kirin. Belê ji wê demê heta niha êrîşên dewleta Tirka dagirker dewam dikin û pêşengên me hedef digrin. Pêşengên civaka Êzidî Seîd, Dîndar, Dijwar, Çeko û Mam Zekî û hwd... Hemû temsîl û îradeya civaka Êzidî bûn. Em ê wek civaka Êzidî her tim li ser vê dozê bin û em ê ti carî dev ji vê doza azadiyê bernedin. Eger em bixwazin azad bijîn em ê li pey vê dozê biçin. Ji ber ku ev doz tenê rêya serketina milet e. Di vê demê de hêzên me yê taybet YJŞ, YBŞ û Asayişa Êzidxanê ne. Hêzên me ne tenê ji bo civaka Êzidî biparêzin di heman demê de Iraqê jî diparêzin.”
'TIRKIYEYÊ DAÎŞ PERWERDE KIR'
Rîham Hesen diyar kir ku yên destek dan çeteyên DAIŞ dewleta Tirk bû û wiha di nirxîne: “Di 3’ê Tebaxa sala 2014 yên ferman anîn ser civaka Êzidî çeteyên DAIŞ bûn. Her wiha yê DAIŞ perwerde kirî û hinartî Şengalê dewleta Tirka dagirker bû. Belê yên ku çeteyên DAIŞ ji axa Şengalê bi ked û xwîn dayina xwe derxistin û şengal rizgar kirin HPG, YJA Star bûn. Niha Şengal ji aliyên YJŞ, YBŞ û Asayîşa Êzîdxanê ve tê parastin. Bi vî awayî berxwedan tê meşandin ji ber ku em milet wek Iraqî têne pênase kirin. Kar û xebtên me ji bo ku dijmin bi destên xwe yên qirêj nikaribe were ser axa me û dagir bike.”
'DEWLETA TIRK IRAQ DAGIR KIRIYE'
Rîham Hesen anî ziman ku Iraq ji aliyê dewleta Tirka dagirker ve hatiye dagirkirin û wiha got, "Dewleta Tirk dixwaze deşta Nînowayê dagir bike bi vî awayî dixwaze xwe bigihîne çiyayê Şengalê. Ji ber ku Şengal cihekî stratîjîke ev hedefa wan e. Dema Şengal bikeve nava destên wan wê Nînowa jî bikeve destê wan. Di dema fermanê de eger Şengal nehatiba rizgarkirin, Nînowa nedihat rizgar kirin. Ji bo wê jî divê Iraq hêzên me bi cidî werbigire. ”
'ŞENGALÎ NIKARIN BIÇIN LALEŞÊ'
Rîham Hesen anî ziman ku gelek kesên Êzidî nikarin biçin Laleşa Nûranî ji ber ku serî ji dijmin re ne tewandine û wiha dinirxîne: "Bi sedan kes niha di zindanên Iraq de ne û hinek kes nikarin di seytereyên Iraqê re derbas bibin, ji ber ku wan kesan serî hildane û ji dagirkeriyê re serî ne tewandine. Niha gelek kes nikarin biçin ber Laleşa Nûranî, ji ber ku di Şengalê berxwedanî dane meşandin nikarin biçin ber Lalişa Nûranî, wan tewam bar dikin û dibêjin ev kes teror e. Heta niha gelek xortên Êzidî li başûrê Kurdistanê zindanîkirî ne. Keç dema diçin başûrê Kurdistanê winda dibin, hikumeta wir jî xwe berpirsiyar nabîne ku pirsa wan keçan bike û wan bibîne."
'YEKBÛYÎN DAWIYA FERMANÊ YE'
Rîham Hesen da zanîn ku Eger civaka Êzidî bibe yek dest wê dawî li fermanan were û wiha got: “Hêviya me ji civaka Êzidî ew e ku bibin yek da ku dawî li fermanan û siyasetên qirêj were. Bila miletê me nebêjê ferman bi dawî hatine. Ji ber van siyasetên heyî em karin bêjin ku xeteriya fermanan hîna jî hene. Yekbûna me îroj hêzên me yê eskerî ne, meclis û saziyên desteya rêveberiya xweser in. bi fikir û felsefeya Serok APO ya ku bûye hêvî û çareseriya hemû pirsgirêkên civakan îro em nimûneya jiyana azadin."
'DIVÊ FERMAN BÊ DÎTIN Û BINAVKIRIN'
Endama TAJÊ Rîham Hesen di dawiyê de da zanîn ku divê ferman ji aliyê Iraqê ve bê dîtin û got, "dinya hemû zane ku ferman bi ser cviaka Êzidî de hat ji aliyê çeteyê DAIŞ ve. Di vê em fermanê û êrîşan ji hev cuda bikin ji ber ku dixwesitin civaka Êzidî ji kokê tune bikin. Bi hezara jinên Êzidî û zarok hatin qetil kirin û firotin û mêr hatin kuştin. Niha jî çarenûsa gelek ji wan ne diyare. Em spasiya QSD’ê û mala Êzidîya ya Rojavayê Kurdistanê dikin ku bi me re alîkar bûn da ku em girtiyên xwe ji destê çeteyê DAIŞ rizgar bikin. 16 dewletan Ferman dîtine û binav kirine. Iraq heta niha ferman nedîtiye û nahêle milet projeyên xwe bi rêve bibe û dibe asteng di rêya wan de. Dixwazin îradeya milet bêxin. Gelek caran aliyên me yê dîplomasî û desteya rêveberiya xweser serdana navendên Iraq kirine da ku ferman bê binavkirin ji aliyê Iraqê ve. Pirsgirêka nedîtin û binav kirina wê jî ew e, eger bê dîtin wê mehkime were vekirin û yê sûcdar wê ew bin. Belê Iraq xwe sûcdar nabîne, heta roja me ya îro jî hîna gavek navêtine ji bo birînên fermanê yên civaka Êzidî derman bikin û ferman nehatiye binav kirin. Dewletên ku ferman bi nav kirin jî tiştek ji bo me nekirine. Her kes dizane ku DAIŞ bi desteka PDK’ê ferman anî serê civakê. Da ku PDK’ê carek din weke dema di fermanê de neke û civakê ne xapîne malbatên şehîdan û rêveberiya xweser rê li PDK , girtiye da ku neyê Şengalê. Ji bo ku ev rastî were veşartin her dema nêzî 3’ê Tebaxa dibe behsa fermanê nayê kirin û behsa tiştên madî dikin. Dibêjin em ê koçbera vegerînin yan malên ku xerabûne em ê çêbikin bi vê nêzî civaka Êzidî dibin. Lê belê em weke civaka Êzidî dibêjin em ne pêwîstî van tiştê madî ne, tişta ku em pêwîst dibînin xwedîderketina li mafê xwe ne. Ew kesên ku xwestin civaka me tune bibe em naxwazin di bin destê wan de kar bikin. Em ê rêxistina xwe bihêz bikin."