Şehîdên meha Gulanê li Dusseldorfê hatin bibîranîn

Li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn.

Çalakiya bibîranînê di saet 14.00’an de li Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk a Dusseldorfê bi rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê dest pê kir. Hevserokê NCKD’ê Ozgur Kaya di destpêkê de axivî.

Di bibîranînê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîd û Windayan a Kurdistanê (KOMAW) Fîlo Heval axivî. Fîlo Heval di axaftinê de qala girîngiya meha Gulanê ya ji bo Kurdan kir û got, “Em her tiştên xwe deyndarî şehîdên xwe ne. Ew ji bo me sembolên jiyana nû ne. Heke têkoşîna me heta îro hatibe, bi saya serê wan e.”

Di bibîranînê de Serdar Yavûz jî axivî yê ku biraziyê Sûltan Yavûzê (Leyla) ye ya ku di 25’ê Gulana 1988’an de tevî heşt hevalên xwe li Bênavokê ya Şemzînanê ya Colemergê ketibûn kemîna artêşa Tirk û hatibûn qetilkirin. Yavûz girêdayîna xwe ya ji bo şehîdan diyar kir û got, “Ew nemirine, her dem di dilê me de dijîn.”

Bibîranîn bi pêşandana sînevîzyonê bi dawî bû.