Şefê Audi hate girtin

Şefê hilberîner ê otomobîla Audi ku şaxekî Volkswagenê ye, ji ber skandala motorên dieselê hate girtin.

Dozgeriyê meha Gulanê şefê Audi Rupert Stadler û endamekî desteya rêveberiyê sûcdar kiribû ku di motorên dieselê de hîle kirine. Dozgeriyê bi hinceta ku delîl dikarin ji holê bên rakirin, biryara girtina şefê Audi da.

Volkswagenê sala 2015'an qebûl kiribû ku ji bo 11 milyon wesayitên wan ên bi motora dieselê dixebitin ji testên emîsyonê derbas bibin, bernameyeke hîleyî bi kar aniye. 600 hezar ji van wesayitan li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bûn. Di wesayitên xwedî bernameya hîleyî de hatibû tespîtkirin ku normên wan ên emîsyonê bi 40 qatî zêdetir in.