Şaxê Fransayê yê HSK'ê kongreya xwe ya 17. lidar xist
Heyva Sor a Kurdistanê (HSK) Şaxê Fransayê, kongreya xwe ya 17. li paytext Parîsê lidar xist.
Heyva Sor a Kurdistanê (HSK) Şaxê Fransayê, kongreya xwe ya 17. li paytext Parîsê lidar xist.
Kongre li komeleya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Drancy pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir.
Di kongreyê de hat gotin, divê hê bi xurtî bersiv ji mexdûriyetên li çar parçeyên Kurdistanê re bê dayîn, têkiliyên derve yên Heyva Sor a Kurdistanê bên berfirehkirin, kampanya xwedîderketina malbatan a li hev ya ji bo Cizîr, Sûr û Nisêbînê hate destpêkirin were xurtkirin û hejmara endamên Heyva Sor a Kurdistanê were zêdekirin.
Di kongreyê de, rapora li ser karê dema bihurî hate xwendin û piştre rêveberiya ji 3 kesan û 2 cîgiran, ji aliyê 35 delegeyan ve hate hilbijartin.