Şaredariya Tehranê ji destê mûhafazakaran derket

Li Îranê di hilbijartinên şaredariyê de yên bi hilbijartinên serokkomariyê hatibû kirin, şaredariya Tehranê ya ku 14 sal in di destê mûhafazakaran de bû, ji destê mûhafazakaran derket.

Lîsteya Mûhsîn Haşemî Rafsancanî ya ku kurê serokkomarê kevn Haşemî Rafsancanî ye 21 delegeyên meclîsa şaredariyê ya Tehranê stend. Ev şaredarî 14 sal in di destê “mûhafazakar”an de bû. Di hilbijartinên 19’ê Gulanê re kete destê “reformîstan”.

 Di hilbijartinên serokkomariyê de Hasan Rûhanî ji sedî 57’ê dengan stendibû. Dengên Reîsî jî ji sedî 38 bû.

Şaredariya Tehranê di navbera salên 2003-2005’an de ji aliyê Mahmûd Ahmedînecad hatibû birêvebirin yê ku serokkomarê berê bû. Piştî Ahmedînecad, Galîbah hate hilbijartin û 14 salan li ser şaredariyê ma.

Eniya “reformîst” di navbera salên 1999-2003’an de Meclîsa yekem a şaredariyê ya Tehranê ava kiribûn. Berê Şaredar ji aliyê Wezareta Karên Hundir dihat peywirdarkirin.