Şaredarê ku bi tacîza zayendî dihate tawanbarkirin xwe kuşt

Li Koreya Başûr Şaredarê Seulê Park Wan-soon ku bi tacîza zayendî dihate tawanbarkirin mirî hate dîtin. Guman jê tê birîn ku xwe kuştiye.

Cenazeyê Şaredar Park Won-soon Înê li cihekî çiyayî yê bakurê paytextê hate dîtin.

Şaredar beriya bi rojekê ji tacîza zayendî dihate tawanbarkirin. Won-soon weke rayedarê herî payebilind ê ku tevlî bûyera taciza zayendî bûbû balê dikişîne.

Li rezîdansa Şaredar tê gotin bi destxetekê nivîseke lêborîne heye û di peyamê de ya ji bo raya giştî hatiye gotin,''lêborîna xwe ji her kesî dixwzim''. Park Won-soon ê 64 salî di peyama xwe de bêyî ku behsa sûcdarkirinya bike, ji malbata xwe lêborînê dixwze.

Won-soon ku yek ji giregirê Partiya Demokrat a çepgiriya navend a li desthilatê ye, ji 2011'an û vir ve paytexta bi nifûsa 10 milyonî rê ve dibir. Şaredar dixwest ku di hilbijartina 2022'an de bibe Serokkomar.

Beriya mirinê bi rojekê sekretera wî ya berê bi hinceta ku tacîz lê kiriye gilihê şaredar kiribû. Li gorî sekreterê Park Won-soon dema xebatê tacîza zayendî lê dikir, kirinên nelirê dikir.