Şandeya HDP’ê bi wezîrê Elman Roth re civiya

Şandeya HDP’ê ya li Berlînê bi Wezîrê Dewletê yê Berpirsyar Têkiliyên Ewropayê Michael Roth re hevdîtin pêk anî. Piştî hevdîtinê Roth axivî û got ku: “Heke Tirkiye ji nû ve gavan biavêje, wê pêvajoya endametiya Yekîtiya Ewropayê dest pê bike."

Hevdîtinên şandeya HDP’ê yên li Elmanyayê kete roja sisêyan. Şande li hemberî rejîma Erdogan ji bo tevkariya demokrasiyê werbigirin li paytexta Elmanya Berlînê di asta jor de hevdîtinên dîplomatîk pêk tînin. Di şandeya bi serokatiya hevserokê giştî yê HDP’ Sezaî Temelî  de, parlementerên HDP’ê Mîthat Sancar, Feleknas Ûca hevberdevkên partiyê yên Elmanyayê Leyla Îmret û Sînan Onal cih digirin.

Şande, îro danê nîvro bi Wezîrê Dewletê yê Berpirsyarê Derve Yê Ewropayê Michael Roth re hevdîtin pêk anîn.

Piştî hevdîtinê Roth, di derbarê hevdîtinê de ji çapemeniyê re daxuyaniyeke kurt da. Rot bal kişand li ser rexneyên ji bo Tirkiyê yên beriya niha di derbarê Yekiya Ewropayê de hatine kirin.

‘NE RAPORA PÊŞKETINÊ, YA PAŞKETINÊ YE’

Roth da zanîn ku pêvajoya endametiya YE’yê di destê Tirkiyê de ye û got: “Jixwe heta niha me tu astengî li pêşiya endametiya Tirkiyê dernexistin. Heke hikûmeta Tirk careke din gavan biavêje bêguman wê ev pêvajo bidome. Ev rapora hatî amadekirin ne rapora pêşketinê, ya paşketinê ye.”

Şandeyê piştî wê şandeyê bi ser sefîrê ku karê derve yê serokomar Frank Steinmeier bi rê ve dibe Dr. Thomas Bagger re hevdîtin pêk anîn. Piştî hevdîtina ku li koşka serokomariyê pêk hatî, ji çapemeniyê re daxuyanî nehate dayîn

Tê payîn ku wê şandeya HDP’ê piştî nîvro bi serokê koma partiya hikumetê SPD Andrea Nahles re hevdîtinê pêk bînin û piştî wê şande wê li meclîsê ji alîkarê serokê meclîsa federal Claudia Roth bi fermî bên pêşwazîkirin.