Îtalyayê destûr da ku zarokên penaber ji keştiyê dakevin
Keştiya bi navê "Dîcîottî" ku 177 penaber tê de ne, piştî çend rojan destûr hate dayin ku xwe bide ber peravên Sîcîlyayê yên Îtalyayê. Destûr hate dayin ku tenê zarok ji keştiyê peya bibin.
Keştiya bi navê "Dîcîottî" ku 177 penaber tê de ne, piştî çend rojan destûr hate dayin ku xwe bide ber peravên Sîcîlyayê yên Îtalyayê. Destûr hate dayin ku tenê zarok ji keştiyê peya bibin.
Hikumeta Romayê bi pêşengiya Wezîrê Karên Hundir Matteo Salvînî yê rastgir, di biryara "Em ê ti ji penaberên li Derya Spî hatine rizgarkirin venehewîne" israr dike. Hikumet bi zorê hate qanihkirin ku keştiya alîkariyê ya bi navê "Dîcîottî" ku 177 penaber tê de ne xwe bide ber peravên Îtalyayê.
Piştî ku 4 rojan li nava Derya Spî hate sekinandin, destûr hate dayin ku keştî xwe bide ber peravên Sîcîlyayê. Niha jî destûr nayê dayin ku penaber ji keştiyê dakevin.
Ji ber nerazîbûna gelê Îtalya û raya giştî ya Ewropayê, siyasetmedarê populîst ê rastgir Wezîrê Karên Hundir Matteo Salvînî destûra da ku 29 zarokên di keştiyê de ne jê dakevin.
Keştiya bi navê "Dîcîottî" ku hefteya bihurî roja Pêncşemê li Derya Spî bi erka xwe radibû, penaberên bi botan ji Lîbyayê bi rê ketin rizgar kir. Rêveberiya Romayê qebûl kir ku 13 penaberên li benda alîkariya lezgîn bûn dakevin girava Lampedûsayê. Lê belê destûr nedabû ku keştî xwe nêzî peravên Îtalyayê bike. Ji ber ku li gorî rayedarên Îtalyayê keştî di ser Maltayê re hatiye.
Wezîr Salvînî li ser keştiya ku 4 rojan li Derya Spî hate sekinandin axivî û got, "Heta ku welatekî din ê Yekîtiya Ewropayê qebûl bike ku penaberan vehewîne, em ê destûrê nedin ku ti ji penaberan xwe bigihînin Îtalyayê."
Piştî ku Îtalyayê sînorê xwe li keştiyên penaberan girt, hejmara mrovên li Derya Spî jiyana xwe ji dest dan zêde bû. Li gorî daneyên UNHCR'ê, ji destpêka sala 2018'an û vir ve 1400 penaber li Derya Spî fetisîn. 1074 ji van ji Lîbyayê bi rê ketibûn û berê wan li Îtalyayê bûn. Tenê meha Hezîranê 557 koçberan li Derya Spî jiyana xwe ji dest dan.