Îtalya wê êdî penaberên li Derya Spî tên rizgarkirin qebûl neke

Wezîrê Karên Hundir ê Îtalyayê Matteo Salvînî got, wê êdî penaberên li Derya Spî têne rizgarkirin qebûl nekin. Salvînî diyar kir ku sînorên welatê wan ji hemû tîmên alîkariyê yên navneteweyî hatiye girtin.

Hikumeta koalîsyonê ku ji Tevgera Pênc Stêrk a populîst û Partiya Lîga Bakur a rastgiriya tund pêk tê û meha Hezîranê dest bi kar kir, ji bo sînorê Îtalyayê li plenaberan bê girtin gaveke din avêt.

Beriya civîna bilind a wezîrên Yekîtiya Ewropayê ku wê roja Pêncşemê li Innsbrûckê pêk were û tedbîrên li dijî pêla penaberiyê bên nirxandin, Wezîrê Karên Hundir ê Îtalyayê Matteo Salvînî ji niha ve pozîsyona welatê xwe eşkere kir.

Salvînî bi rêya hesabê xwe yê Twîtterê daxuyaniyek da û diyar kir ku sînorên welatê wî ji hemû saziyên alîkariyê yên navneteweyî yên li Derya Spî digerin girtî ye. Tê gotin, piştî vê daxuyaniya lîderê Lîga Bakur Salvînî dibe ku hîn bêhtir penaber li Derya Spî bimirin.

Li gorî daneyên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), ji destpêka sala 2018'an û vir ve 1400 penaber li Derya Spî xeniqîne. Tê texmînkirin ku herî kêm 1074 ji van, penaberên hewl didan ji Lîbyayê xwe bigihînin Îtalyayê.

Tenê meha Hezîranê 557 koçber li Derya Spî mirin. Yek ji sedemên vê yekê jî biryara Îtalyayê ye ku sînorên xwe li keştiyên penaberan girtiye.

Gelek keştiyên ku penaber tê de bûn, ji ber fermana Salvînî yê neteweperest nekarîn xwe bigihînin peravên Îtalyayê. Salvînî ku Alîkarê Serokwezîr e got, "Bi vê biryarê re me nîşan da ku em paspasa Ewropayê nînin."