Îtalya bernameyên xwe yên alîkariya bi penaberan re kêm dike
Li Îtalyayê ku Lîga Bakur (Lega Nord) a neteweperest Wezareta Karên Hundir bi dest xistiye, wê alîkariya ji bo penaberan herî kêm 50 ji sedî bê kêmkirin.
Li Îtalyayê ku Lîga Bakur (Lega Nord) a neteweperest Wezareta Karên Hundir bi dest xistiye, wê alîkariya ji bo penaberan herî kêm 50 ji sedî bê kêmkirin.
Wezîrê Karên Hundir ê Îtalyayê Matteo Salvînî ku bi polîtîkayên xwe yên li dijî koçberan tê naskirin, diyar kir ku wê alîkariya pere ya ji bo 136 hezar koçberên li Îtalyayê tê dayin, bê kêmkirin. Salvînî da xuyakirin ku lêçûnên koçberiyê wê bên kêmkirin û hîn bi kontrol bin.
Li gorî nûçeyên di medya Îtalyayê de cih digirin, rojane 30 heta 35 Euro alîkarî ji penaberan re tê dayin. Ev alîkarî wê dakeve 20 Euroyî.
Di çarçoveya polîtîkayên entegrasyonê de jî ji bo penaberên ku serlêdana wan hîn nehatine qebûlkirin kursa zimanê Îtalyanî û perwerdeya pîşeyî dihatin dayin. Lê ji niha û pê ve wê ev perwerde tenê ji bo penaberên ku mafê wan ê penaberiyê hatiye qebûlkirin bê dayin.
Tê gotin ku hikumeta Îtalya bi rêya kêmkirina alîkariyê û bisînorkirina bernameyên ahengiyê yên ji bo penaberan wê salane 3 milyar Euro teserûfê bike.