Îsraîlê deriyê sînor ê bi Xezeyê re ji nû ve vekir

Meqamên Îsraîlê ragihand ku nuqteya Erez a beriya hefteyekê ji ber şerê li ser sînor û Xezeyê girtibûn ji nû ve vekirin.

Berdevkê Bezareta Parastinê, ragihand ku deriyê sînorê Şerîda Xezeyê vekirin. Wezîrê Parastinê yê ji AFP’ê re axivî diyar kir ku berdevkê Cagat ê ji kordînekirina xebatên Îsraîl ên li ser xaka Filistînê erkdare destnîşankir ku têkildarî ewlehiya dersiyê sînor ê Erezê li gel sînordariyên beriya niha ji nû ve hatiye vekirin û ti agahiyên zêdetir neda. Termînala Erezê, yekan e nuqteya derbasbûna kesî ya navbera Îsraîl û Şerîda Xezeyê de ye.

Wezîrê Parastinê Avîgdor Lîeberman di daxuyaniya xwe ya roja yekşemê de kirî gotibû: “Ji bo pêkhatina aramniyê û bidawîbûna şidetê” divê deriyê sînor ji nû ve bên vekirin.

Şerîda Xeze ya di navbera Îsraîl, Misir û Deriya Spî de ye, 10 sal in hem ji aliyê Îsraîlê û hem jî ji aliyê behrê ve di bin embergoyê de ye. Nifusa 2 milyon kesî bi alîkariya ji derve tê kirin xwe li ser lingan digire. Piranî sînorê bi aliyê Misrê ve girtî ye.

Li Şerîda Xeze ya di bin kontrola Hamasê de ye, ji 30’ê Adarê ji bo rakirina ambargoyê û piştî sala 1948’an a piştî rizgarkirina Îsraîlê û şûnde û ji bo vegera Filistîniyên ji warên wan hatine terikandin çalakiyên protestoyê hatibûn destpêkirin.

Ji dawiya meha Adarê û vir ve di necama gulereşandina leşkerên Îsraîlê ya li Xezeyê 172 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di şer de leşkerekî Îsraîlî miriye. Di nava çend hefteyên dawî de Misir û NY’yê ji bo di navbera Hamas û Îsraîlê de agirbestekî mayîde pêk bîne ketiye nava hewldanan.