Îsraîlê li Xezzayê bombe li 25 hedefan barand

Artêşa Îsraîlê avêtina roketan kir hincet û 25 hedefên li Şerîda Xezzayê bombebaran kir.

Artêşa Îsraîlê li Şerîda Xezzayê carek din êrîşên hewayî li dar xist. Şevê din artêşa Îsraîlê avêtina roketan a li nava xakên xwe kir hincet û  bombe li 25 hedefan barand.

Li Şerîda Xezzayê ku di bin kontrola Hamasê de ji sala 2008’an ve 3 şer çêbûn. Ji sala 2014’an ve di navbera Hamas û Îsraîlê de agirbest heye û didome.

Li gorî Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî ji meha Adarê ve herî kêm leşkerên Îsraîlê bi guleyan 13 hezar kes birîndar kirin. Berpirsê Komîteyê yê Rojhilata Navîn Robert Mardînî li New Yorkê ji rojnamevanan re axivî û got birîna gelek birîndarên rakirine nexweşxaneyê giran e. Mardînî got ji birîndaran 1400 birîndar bi 3-5 guleyan bi taybet ji lingên xwe hatine birîndar kirin.

Mardînî wiha got; “Li Şerîda Xezzayê krîzeke ku wekî wê tuneye heye. Barê xebatê ya li ser endamên tendurisî û tîmên alîkariya yekem ji şerê sala 2014’an yê di navbera Hamas û Îsraîlê de derbas bûye.”

Li Şerîda Xezzayê ji 30’ê Adarê ve herî kêm 132 Filîstiniyan jiyana xwe ji dest dan. Di bûyerên li ser sînor qewimîn de tu hemwelatiyên Îsraîlê jiyana xwe ji dest nedane.

Filîstiniyên Xezzayê ambargo û dorpêça Îsraîlê ya ku zêdetirî 10 sale didome protesto dikin. Di sala 1948’an de dema avakirina Îsraîlê de Filîstiniyên ku ji xakên xwe hatine derxistin, mafê vegerê dixwazin.