Îsraîlê li Îranê êrîşî binesaziya drone û fuzeyan kir

Îsraîlê êrîşa ku dihat payîn li dijî Îranê pêk anî. Hat ragihandin ku di dema operasyonê de piranî tesîsên drone û fuzeyan hatine hedefgirtin.

ÊRÎŞA LI SER ÎRANÊ

Êrîşên ku bi 3 pêlan destpê kirîn, li gorî saeta herêmî di dema 3’yan de destpê kir û siharê di saet 5.45’an de bi dawî bû.

Di êrîşê de paytext Tehran û Karaj jî di nav de, tesîsên leşkerî û sanayî yên li gelek bajaran hatin hedefgirtin. Yek ji santralên nukleer ên Îranê, li Karayê ye.

Îranê di daxuyaniya dayî de êrîş piştrast kir û ragihand ku gelek fuze ji aliyê sîstema parastina hewayê ve hatin sekinandin.

Medyaya Îsraîlê jî îdîa dike ku Îranê ti fuzeyan wan, nesekinandine.

Ji xeynî Îranê, li Iraq û Sûriyeyê jî li gelek nuqteyan êrîşên hewayî yên Îsraîlê pêk hatine, lê têkildarî hûrgiliyan agahî nehatin bidestxistin.