Îsraîlê li 12 hedefên Sûriye û Îranê xist

Artêşa Îsraîlê ragihand ku roja Şemiyê li Sûriyê êrîşekî mezin pêk anîne.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku li 12 hedefan hatiye xistin. Li gorî artêşa Îsraîlê li nuqteyên hatine xistin de 4 hedefên irêdayî mekanîzma leşkerî ya Îranê û 3 qada parastina hewayî hene.

Beriya vê daxuyaniyê demekî kurt hate ragihandin ku li Sûriyeyê balafirekÎ şer ya Îsraîlê hatiye xistin.

Berdevkê leşkerî Jonathan conrîvûs li ser Twîtterê daxuyanî da û wiha got; “Hêzên parastinê yên Îsraîlê li Sûriyeyê di qada hewayî ya Îsraîlê de sîstema kontrolê ya Îranê ku dron şandîbû kir hedef.” Berdevk wiha jî got; “Ji ber avêtina balafirşikînanê F-16 li Îsralê ket xwarê û pîlot rizgar bûye.”

Di daxuyaniyê de hate gotin 12 hedefên Israîl û Sûriyê derb xwarine. Li gorî artêşa Israîlê wna li sê bataryayên parastina hewayî xistine û her wiha 4 mekanîzmeyê leşkerî jî bûne hedef.

Piştî vê daxuyaniyê bi demeke kurt hate gotin ku li Sûriyê balafireke şer a Israîlê hatiye şikandin.

Berdevkê leşkerî yê Israîlê Jonathan Conrîcûs li ser Twîtterê got, ‘’Hêzên parastinê yên Israîlê li Sûriyê sîstema kontrolê ya Îranê ku dronan dişîne ser qada hewayî ya Israîlê kiriye hedef.’’ Berdevk got, ‘’Ji ber avêtin balafirşikînan F-16’ek hate şikandin.’’

Têkildarî êrîşê artêşa Sûriyeyê jî daxuyaniyek weşand. Li gorî ajansa nûçeyan a Sana yê sîstema parastina hewayê li nêzî Şamê êrîşa Îsraîlê têk birine. Çavkaniyên rejîmê diyar nekir bê ka kîjan navend hatine hedef kirin. Di nûçeyê de ku çavkaniyên leşkerî nîşan dide sîstema parastina hewayê bersiva êrîşa daye û gelek balafirên Îsraîlê bûne hedef.