Îsraîlê ji meha Adarê û vir ve 13 hezar Filîstînî birîndar kiriye

Îsraîlê li ser Xeta Xezzayê ji meha Adarê û vir ve 13 hezar Filîstînî bi çekan birîndar kiriye.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî têkildarî vê meseleyê raporek pêşkêşî Konseya Ewlekariyê kir.

 AFP’ê nusxeyeke raporê bi dest xistiye.  Di raporê de tê diyarkirin ku rewşa heyî ji ya sala 2014’an xerabtir e û tê gotin,”Ev rewş ber bi şer ve diçe û divê hemû kes hişyar bin.”

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres diyar kir ku ji ber hejmara mirî û birîndaran ew mat maye û bang li Îsraîlê kir ku divê li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigere û aqilselîm tevbigere.

Li gorî Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî ji meha Adarê û vir ve 13 hezara kes ji aliyê leşkerên Îsraîlê hatine birîndarkirin. Berpirsê Rojhilata Navîn ê Komîteyê Robert Mardînî li Newyorkê ji rojnamevanan diyar kir ku yên rakirine nexweşxaneyê jî birînên wan giran e.

Filîstiniyên li ser Xeta Xezzayê ji 10 salan zêdetir e ku ambargoya Îsraîlê protesto dikin. Dixwazin Filîstiniyên ku piştî sala 1948’an yên ji ber avakirina dewleta Îsraîlê ji axa xwe hatine qewirandin bila vegerin.