Îsraîlê ji Ewropayê xwest ku dest ji peymana nukleerê berde

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû ji Yekîtiya Ewropayê xwest ku dest ji peymana nukleerê ya bi Îranê re berde.

Netanyahû bi rêya Twitterê peyameke bi dîmen weşand û got, "Xuya ye li Ewropayê hin mirov hene ku dema fuzeyên nukleerî yên Îranê li xaka Ewropayê ketin wê hingî hişyar bibin. Wê demê jî wê dereng be."

Daxuyaniya Netanyahû di demeke welê de hate kirin ku Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ewropayê li Brukselê Duşemê di civînê de bûn.

YEKÎTIYA EWROPA DIXWAZE PEYMANÊ BIPARÊZE

Yekîtiya Ewropayê jî ji bo parastina peymanê helwesteke hevpar nîşan da. Nûnera Bilind a Polîtîkaya Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini diyar kir ku peymana sala 2015'an hate mohrkirin di rewşeke nebaş de ye, lê belê ew hêvî dikin ku dawî lê neyê.

Mogherini bang li Îranê kir ku sozên xwe pêk bîne û anî ziman, di rewşa heyî de kes naxwaze mekanîzmaya pêkanînê ya li dijî Îranê bikeve dewrê.

Wezîrê Karên Derve yê Îngiliz Jeremy Hunt jî got, "Peyman hîn nemiriye" û diyar kir, Yekîtiya Ewropa dixwaze derfetê bide Îranê ku karibe li sozên xwe vegere.