Îsraîlê êrîşî Xezeyê kir
Artêşa Îsraîlê ragihand ji bo bersivdayîna nepoxên şewatek ên ji Şerîda Xezeyê hatin avêtin û şûnde êrîşek esmanî pêk anîne.
Artêşa Îsraîlê ragihand ji bo bersivdayîna nepoxên şewatek ên ji Şerîda Xezeyê hatin avêtin û şûnde êrîşek esmanî pêk anîne.
Artêşa Îsraîlê got: “Balafirên şer li Şerîda Xezeyê li nuqteyên rêxistina Hemas a terorîst dan’
Di daxuyaniya nivîskî de hate gotin ku yek ji nuqteyên hatî bombekirin ‘tesîsên hilberandina çekan’ jî heye.
Têkildarî ziyanên madî û canî agahî nehatin parvekirin.
Ji beriya van êrîşan ji Xezeyê ji bo başûrê Îsraîlê ‘sê amûr’ û ‘nepoxên teqemenî’ hatibûn avêtin. Ji aliyê Îsraîlê ve jî li ser mijarê agahiyên têkildarî kuştî û ziyanê ti agahiyek parve nekirin.