Îsraîlê careke din êrîşî Gazzeyê kir
Balafirên şer ên Îsraîlê bombe li du nuqteyên herêmên Ayn Calût û Haşşaşîn ên Gazzeyê barandin.
Balafirên şer ên Îsraîlê bombe li du nuqteyên herêmên Ayn Calût û Haşşaşîn ên Gazzeyê barandin.
Hate ragihandin, du nuqteyên ku doh êvarê ji aliyê balafirên şer ên Îsraîlê ve hatin bombekirin, ên Tûgaya Îzzeddîn El-Qassam e ku baskê çekdarî yê Hamasê ye.
Wezareta Tenduristiyê ya Fîlîstînê diyar kir ku ji ber êrîşê tiştek bi kesî nehatiye. Îsraîlê li ser êrîşê hê daxuyaniyek nedaye.