Îsraîlê 800 'Kumspî' yên Sûriyeyî veguhestin Urdunê

Artêşa Îsraîlê, 800 endamên rêxistina 'alîkariyê' ya bi navê 'Kumspî' ku li Sûriyeyê li herêmên di bin serweriya komên çekdar de dixebitin, li gel malbatên wan veguhestin Urdunê. 

Li gorî artêşa Îsraîlê, piştî ku hêzên rejîma Sûriyê ber bi başûrê welêt ve pêşve çûn, Kumspiyên li wan herêman xebat dimeşandin, hatin veguhestin. Hat gotin ku ev operasyona veguhestinê, bi daxwaza DYA û welatên Ewrûpayê pêk hatiye. 

Hate ragihandin ku rêveberiya Urdunê,  van Sûriyeyiyên bi navê Kumspî tên zanîn, wê bişîne weletên mîna Elmanya, Îngilîstan û Kanadayê. 

Ev rêxistina bi navê Kumspî tê zanîn, bi taybetî ‘bi pisporiya xwe ya derxistina kesên di bin kavil û xirbeyan de mayî dihatin nasîn.’ Kumspiyên ku li qadên di bin serweriya komên çekdar û komên sûcên giran ên şer dikin de xebat dimeşînin, li gorî artêşa Îsraîlê di bin gefa ku ji hêla rejîmê ve bên kuştin û girtin de ne.

Li ser mijarê artêşa Îsaîlê derbirand ku “Ev nêzikatiyeke awarte ya mirovî ye. Îsraîl, hê jî xwedî wê polîtîkayê ye ku tevlî şerê li Sûriyeyê nebe û berpirsyarê vî şerê ku li ser xaka Sûriyê pêk tê, rejîma Sûriyeyê bi xwe ye.” 

Kumspî, gelek caran bi hevkariya komên çete hate sûcdarkirin. Heman kes dîsa bi sûcdariya ku destwerdana hêzên Ewrûpayî ya li ser xaka Sûriyeyê rewa nîşan bidin û vê amade bikin, lîstokên weke ‘êrîşa çekên kîmyewî hat kirin’ hatin sûcdarkirin.