Îsraîl wê li dijî Îranê gelek dronan bikire!

Artêşa Îsraîlê ku îdîa dike, êrişên Hamas, Hîzbûllah û Tûgayên Qûdsê wê zêde bibin, agihand ku wê bernameyeke çêkirina dronan û firotina wan bixe meriyetê.

Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê, ji bo di navbera salên 2020 û 2024'an de gelek drone bên kirîn û çêkirin, Wezareta Parastinê planek pejirandiye.

Di daxuyaniya çapemeniyê de ya bi îmzeya Serokê Fermandariya Giştî Avîv Kochavî, hate ragihandin ku plana ji aliyê Wezîrê Parastinê Naftalî Bennett ve hate pejirandin wê pêşkêşî Serokwezîr Benyamîn Netanyahû û Desteya Wezîran bê kirin.

'BI ARMANCA PARASTINA JI ÊRIŞÊN ROKETAN'

Di daxuyaniya artêşê de, êrişên bi fuze û roketan ên Hamas, Hîzbûllah û Tûgayên Qûdsê yên ser bi Îranê weke hincet ji vê planê re hatin ragihandin. Di daxuyaniyê de hate îdîakirin ku Îsraîl 'ji sê aliyan ve' di nava rîska êrişê de ye.

Li gorî artêşa Îsraîlê, bi plana droneyên nû re wê 'teqezî' û astengiyên li pêşiya operasyonan bên sererastkirin.

Li gorî berdevkê artêşa Îsraîlê Jonathan Conrîcûs, rêxistinên mîna Hamas, Hîzbûllah û Tûgayên Qûdsê rêxistinên welê ne ku xwedî heman kapasîteya artêşan e.

Conrîcûs îdîa kir ku van her sê rêxistinan plana êrişa bi fuze û roketan li dijî gelê sivîl û binesaziya Îsraîlê amade kirine.

Conrîcûs diyar kir ku ev êriş ji 'du an jî sê eniyan' ve dikarin di her kêliyê de bên kirin û got, "Em dixwazin ferqeke mezin bixin navbera kapasîteya xwe û ya dijminan."