Îsraîl dixwaze buroyên El Cezîre bigire
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû diyar kir ku ew dixwazin televîzyona Qetarê El Cezîreyê ji welatê xwe derxînin.
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû diyar kir ku ew dixwazin televîzyona Qetarê El Cezîreyê ji welatê xwe derxînin.
Netanyahû televîzyona Qetarê tawanbar kir û got ew tevlîheviya li dor mekanên pîroz gur dike.
Netanyahû li ser Facebookê daxuyanî da û got: "Qenala El Cezîreyê tundiya li ser Mescîd-î Aksayê geş dike."
Netanyahû diyar kir ku gelek caran wî xwestiye yasaya ji bo girtina buroya vê televizyonê were sazkarkirin.
Netenyahû wiha got: "Heke girtin bi rêya şîrovekirina yasaya berdest ne pêkan be ji bo ku El Cezîreyê ji Îsraîlê derxînim ez ê hewl bidim ku yasayekê derxînim."
Îsraîl ev bi salan e El Cezîreyê sûcdar dike bi mebesta ku ew derbarê babeta Filîstînê weşanên xwe bi alîgiriyê dike.
El Cezîre her wiha ji ber ku weke sedemeke krîzê ya di navbera Qetar û cîranên Sinnî jî balê dikişîne ser xwe.
Siûd, Bahreyn, Misir û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb 5’ê Hezîranê ambargo li ser Qetarê danîbûn û ji Qetarê xwestibûn ku El Cezîre were girtin.