Îsraîl bû endamê Banka Pêşketinê ya Asyayê

Banka Pêşketinê ya Asyayê (ADB) daxuyand ku endamê wê yê dawî Îsarîl e. Hat gotin ku ev pêngav dikare di nava saziya Fîlîpînê de bi welatên misilman re gengeşiyê çêbike.

Di daxuyaniya ADB’ê de hat diyarkirin ku Lijneya Rêveber a Bankeyê bi şertê ku şertên endamtiyê bi cih bîne di Nîsana 2022’yan de endamtiya Îsraîlê pejirandine.

Banka Pêşketinê ya Asyayê ku di sala 1966’an de hatiye damezrandin, ji bilî Îsraîlê 20 endamên derveyî herêmê, Emerîka û welatên Ewropayê yên wek Almanya, Fransa, Îtalya û Qraliyeta Yekbûyî jî di nav de bi tevahî 69 endamên wê hene.

Endamên herêmê Japonya, Hindistan, Endonezya, Pakistan, Sîngapûr, Tayland, Taywan, Awûstralya û Zelandaya Nû hene, lê Çîn ne di nav wan de ye.

Hin welatên ku piraniya wan misilman in jî endamên vê bankê ne û tê payîn ku ji ber şerê Îsraîlê yê li Xezeyê dibe ku gengeşî derkeve.