Îsraîl 30 û Hemasê jî 12 dîlgirtî serbest berdan

Di çarçoveya peymana agirbestê de Îsrîlê 30 dîlgirtî û Hemasê jî 12 dîlgirtî serbest berda.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê Mecîd El Ensarî ragihand ku di çarçoveya agirbesta demkî de 30 girtiyên Filistînî yên di girtîgehên Îsraîlê de hatin berdan. 30 jin û zarokên Filistînî bi otobusa Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî (ICRC) gihîştin bajarê Ramallaha Şerîa ya Rojava.

Artêşa Îsraîlê jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku 12 dîlgirtî ku 10 Îsraîlî û 2 jî biyanî ne, radestî Xaça Sor hatine kirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rayedarên Xaça Sor 12 girtî veguhestin Misrê û niha ber bi Îsraîlê ve diçin.